TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serbest Lezgîn: Çanda lihevkirina terefên siyasî ji bo PDK ê bingehe

Admin M
Nivîskar
📅 12 adar 2023 01:46

PeyamaKurd – Endamê polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Serbest Lezgîn ragihand ku PDK çanda lihevkirina terefên siyasî ji bo xwe kiriye bingeh. Serbest Lezgîn ê berpirsê baregeha rêxistinî yê PDK ê ragihandina xwe li Hewlêrê di civîna çapemeniyê de kir. Lezgîn weha got:

“Civînên Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yên li Hewlêr û Silêmaniyê li ser bingeha lihevkirinê meşiyan û ji bo kotayên pêkhateyan destnîşan bikin û ji bo hilbijartin îsal bibe, pêşde çûn. Wê vê mehê xebatên qanûnên parlementoyê destpêbike û di wextekî kurt de encam bide.”

Parve bike: