TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serdana Mesrûr Barzanî di medyaya Îmaratê de deng veda

Admin H
Nivîskar
📅 02 îlon 2026 19:27

PeyamaKurd - Serdana fermî ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya ji bo Ebû Dabiyê û hevdîtinên wî yên ligel Serokê Îmaratê Şêx Mihemmed bin Zayid Al Nehyan û Hikmdarê Dubaîyê Şêx Mihemed bin Raşid Al Mektûm, di medyaya Îmaratê de cihekî mezin girt.

Rojnameyên herî navdar ên Îmaratê yên wekî Al Ittihad, Al Bayan, Al Khaleej, Al Watan û The National rûpela xwe ya yekem û manşetên sereke ji bo vê serdanê veqetandin.

Di weşanan de tekezî li ser xurtkirina ewlehî, aramî û aştiya li Rojhilata Navîn hat kirin.

Her wiha rojnameyan bal kişandin ser pêşxistina hevkariyên aborî, bazirganî, çandinî û geştiyariyê di navbera Îmarat û Herêma Kurdistanê de.

Parve bike: