Serok Barzanî, Balyozê Çînê yê Iraqê qebûl kir
PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, Balyozê Çînê yê Iraqê Cui Wei û şanda ligel wî qebûl kir. Li gorî ragihandina Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de li ser mijarên siyasî yên herêmê û pêwendiyên dualî guftûgo hatine kirin.
Di daxuyaniya hat dayîn de hat ragihandin ku Balyozê Çînê yê Iraqê Cui Wei û şanda ligel wî, bi boneya serkeftina kongreya 14emîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û dubare hilbijartina wî ya ji bo Serokatiya PDKê û cîgirên serok û serkirdatiya PDK’ê, peyamên xwe yên pîrozbahiyê arasteyî Serok Barzanî kirine.
Hat diyarkirin ku şandê pêzanîna xwe ya ji bo pêwendiyên bihêz û dîrokî yên di navbera herdu aliyan haniye zimên ku li ser bingeha rêzgirtina hevbeş hatine avakirin.
Li gorî hat ragihandin, Balyozê Çînê daxwaza pabendbûna bi cîbicîkirina bernameya navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê ku hatiye lihevkirin, kiriye û daxwaza rêya dan û stendinên ji bo pêkanîna aştî û aramiyê kiriye.