Serok Barzanî, Balyozê Gistî yê Îmaratê qebûl kir
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê Ofîsa Serok Barzanî ve hatin ragihandin, îro Serok Mesûd Barzanî Balyozê Giştî yê Îmaratan qebûl kir. Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku di hevdîtinê de qala siyaseta giştî û herêmê hatiye kirin.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Balyozê Giştî yê Hewlêrê yê Îmaratê Ehmed İbrahim Said el-Zahrî, ligel Serok Barzanî siyaseta Iraq û Herêma Kurdistanê guftûgo kir.
Hat diyarkirin ku Serok Mesûd Barzanî bal kişand ser têkiliyên dualî yên navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê û daye zanîn ku divê têkilî hîn bêhtir werin rêvebirin.
Her wiha hat eşkerekirin ku El Zahrî li ser pêwendiyên xurt ên navbera aliyan, haniye zimên û diyar kiriye ku ev yek bi hewilên Serok Barzanî dest pê kiriye.