Kurdistan
Serok Barzanî: Berpirsiyarê Qirkirina Helebçê Dewleta Iraqê ye
Serok Barzanî di salvegera Qirkirina Helebçê de li ser medyaya civakî mesajek weşand. Di vê mesajê de got ku ev kul û êş wê heta hetayê di dil û hişê me de bimîne.
Serok Barzanî di berdewama mesaja xwe de wiha got:
Îro em Qetlî’ama Helebçê bi bîr tînin. Ev roj kul û kederên hemî Kurdan nûvejen dike. Ji bo kesên ku merivên xwe di vê qetlî’amê de winda kirine, ez rêz û hurmeta xwe ji wan re dişînim. Ev derd û êş, ya me hemîyan e û heta hetayê em jibîr nakin.
Belê îro rejîma Be’asê ji îqtîdarê ketiye, lêbelê ew zihniyeta wê dem hê jî tam neguheriye. Ji wan qelî’amên li ser Kurdan, Dewleta Iraqê berpirs e.