TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî beşdarî şîna Pêşmergeyên şehîd bû

Admin H
Nivîskar
📅 25 adar 2026 18:31

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 25ê Adarê li devera Soranê beşdarî merasîma sersaxiya 6 Pêşmergeyên ku di êrîşa moşekî ya Îranê de şehîd ketibûn bû. 

Serok Barzanî di peyama xwe ya piştî êrîşa Îranê de gotibû: “Ev êrîşeke dijminane ye û ti hincetan hilnagire. Ev ne cara yekem e ku êrîşên bi vî rengî, bêyî li berçavgirtina prensîbên cîrantiya baş û yasayên navdewletî, li dijî Herêma Kurdistanê têne encamdan.”

Herwiha Serok Barzanî tekezî li ser bêalîbûna Herêma Kurdistanê kiribû û diyar kiribû: “Herêma Kurdistanê ne beşek e ji vî şerê niha yê li navçeyê ye û ti carî nebûye metirsî li ser welatên cîran. Pêşmerge serweta herî hêja û ezîz a gelê me ye.”

Parve bike: