Kurdistan
Serok Barzanî bi Balyozê Tirkiye yê Iraqê re civiya
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 27ê Mijdarê pêşwazî li Balyozê Tirkiye yê Iraqê Alî Riza Gunay kir.
Baregeha Barzanî ragihand, Îro roja Duşemê, 27ê Mijdara 2023yan, Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwazî Balyozê Tirkiye yê li Iraqê Ali Riza Gunay kir û bi hev re behsa rewşa siyasî ya Iraq û deverê û berdewamiya pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê kirin.
Hate diyarkirin ku rewşa siyasî ya Iraqê û dawî pêşhatên deverê di hevdîtinê de hatin axaftin û herdu aliyan tekezî li ser pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê kir.