Kurdistan
Serok Barzanî bi sanda ENKSê re civiya
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Pênceşemê li Selahaddîn pêşwazî li şanda Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriye (ENKS) kir ku ji Berpirsê Pêwendiyên Derve yê ENKSê Kamîran Haco û Serokê berê yê ENKSê Îbrahîm Biro pêk hatibû.
Malpera Serok Barzanî ragihand, di hevdîtinê de pêşhatên siyasî yên dawî li Sûriyê û helwesta welatan li ser qeyrana Sûriyê û hevkêşeyên meydanî û siyasî yên niha li ser asta Sûriye û herêmê hatin guftûgo kirin.
Herwiha di civînê de ronahî xistin ser helwesta aliyên kurd yên Sûriye û di derbarê rewşa giştî ya Sûriye û paşaroja gelê kurd li welatî Serok Barzanî nêrîn û pêşniyazên xwe ji bo şanda mêvan xiste rû.