TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî bi serokê asayîsa Iraqê re civiya

Admin H
Nivîskar
📅 22 berfanbar 2020 22:35

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 22yê Kanûnê li Selahedîn pêşwazî li Serokê Dezgeha Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Abdulxenî Elesedî kir.

Di hevdîtinê de pêwendî û hemahengiya di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal û herwiha gefa terorê û li ber girtina rêkarên hevbeş ên ji bo rûbirûbûna terorîstan hatin nirxandin.

Herwiha her du aliyan di derbarê rewşa Şingalê de danûstandina bîr û ramanan kirin.

 

Parve bike: