TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî: Biryar bi tevahî siyasî ye, xizmeta berjewendiyan nake

Admin S
Nivîskar
📅 27 berfanbar 2018 13:53

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî li ser biryara Dadgeha Kerkûkê ya sizdana Serokê Encûmena Parêzgarê Kerkûkê Rêbwar Talabanî daxuyaniyek belav kir û tê de got, bi tevahî siyasî ye.

Rêbwar Talabanî beriya xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an, parêzgarê fermî yê Kerkûkê bû û ji ber biryarên daliqandina ala Kurdistanê li ser dam û dezgehên fermî û beşdarbûna referandûma serxwebûnê, doz lê hatibûn vekirin.

Serok Barzanî got, “Biryara girtin û sizadana Dadgeha Kerkûkê ya di derbarê Rêbwar Talebanî Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ve bi tevahî siyasî ye û peywendî bi babeta dadwerî û yasa ve nîne.“

Serok Barzanî di daxuyaniya xwe de herwiha destnîşan kir, „Rêbwar Talebanî li dijî binpêkirina destûr û yasayê rawesta ye û wekî Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê berevanî li berjewendiyên pêkhatên bajarê Kerkûkê kiriye. Ev cûre biryar bi tu awayekî xizmet bi rewşa siyasî û çareseriya kêşeyan nake û kêşe û giriftan kûrtir dike.“

Serok Barzanî daxwaz ji dam û dezgehên federal û aliyên peywendîdar û Hikûmeta Federal kir ku sînorek ji bo van cûre biryaran deynin ku siyasî ne û xizmeta berjewendiya Iraq û kêşeyên Kerkûkê nake.

Parve bike: