Serok Barzanî bo Rojava ji Rûsyayê daxwaz kir
PeyamaKurd- Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û endamê polîtburo ya PDK ê Hoşyar Zêbarî di hevdîtina bi wezîrê karên derve yê Rûsyayê bi Lavrov re, di civînê de xwestin ku bila li Rojava bûyereka mirovî çênebe û rêvebiriya Rûsyayê di vê mijarê de mudaxele bike. Hoşyar Zêbarî di mijarê de bo tora Rûdawê hûrahiya hevdîtinê weha ragihandiye:
“Birêz Lavrov herêma Kurdistanê ziyaret kir. Ev seredana wezîrê karên derve yê Rûsyayê ku cara yekeme tê Kurdistanê û em vê hatinê weke bûyereka dîrokî qebûl dikin. Civîn gelek baş derbas bûn. Di mijaran de me ji nêz de dayîn û sitendinan kir. Di hevdîtinê de Lavrov got ku ew gelek razîne ku Hewlêr û Bexda nêzî hev bûne û destekê didin vê yekê.”
Zêbari, got ku daxwaza serok Mesûd Barzanî jî gihandiye Lavrov û weha dewam kir:
“Me behsa pêşdeçûnên Rojava kir. Bi taybetî li ser bûyerên rojhilata Firatê. Me di mijarê de lihev kir. Bi taybetî me jê re got ku piştî mudaxeleya leşkerî dibe ku bêaramiyeka nebaş çêbibe. Serok Barzanî bo Lavrov got bo li Rojava drameka mirovî çênebe, xwest ku birêz Lavrov erkên xwe bikarbîne.”