Serok Barzanî: Destûr nehat dayîn ku îrada gelê Kurdistanê bê pistguhkirin
PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo raya giştî daxwuyaniyekî da. Daxwuyanî di derbarê serokkomarê nû yê Iraqê de bû û serok weha got:
“Destûr nehate dayîn ku îradeya gelê Kurdistanê bê paşguhkirin. Ji dema ragihandina encamên hilbijartinan yên di Cotmeha sala borî de û heya niha, gelek hewl hatine dayîn ku îrade û mafên gelê Kurdistanê werin binpêkirin û kesekî li derveyî îradeya gelê Kurdistanê wek serokkomar li ser me ferz bikin.
Lê ev hewldan bi ser neketin û destûr nehat dayîn ku îradeya gelê Kurdistanê bê piştguhkirin. Ji bo me prensîp û qaîde her tim ji meqam girîngtirin û di dawiyê de jî ev prensîp û qaîde biserketin ku nabe ti kes li ser îradeya gelê Kurdistanê bê ferzkirin û bibe serokkomar.
Hêvî dikim ku gavên bên avêtin yên proseya siyasî yên Iraqê, xizmeta berjewendiya Iraqa Federal û Herêma Kurdistanê bike û dawî li pirsgirêk, asteng û krîzên heyî were.”