Serok Barzanî: Divê dewleta Iraqê Enfalê tazmîn bike
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî di 38’emîn salvegera Jenosîda Enfalê de peyamek weşand û ragihand ku ev tawan birîneke kûr e di dilê gelê Kurdistanê de. Barzani bi bîr xist ku di bin navê operasyonên Enfalê de 182 hezar welatiyên bêguneh tenê ji ber kurdbûna xwe hatine qetilkirin û windakirin. Wî destnîşan kir ku ev karesat ne tenê êşeke borî ye, lê di heman demê de berpirsiyariyeke hiqûqî ye ku divê dewleta Iraqê ji bo telafîkirina vê jenosîdê tazmînatê bide malbatên qurbaniyan.
Serok Barzanî her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku van tawanên hov wekî "jenosîd" (komkujî) binasin û garantiya wê bide ku careke din trajediyên bi vî rengî li Iraqê dubare nebin. Barzanî bal kişand ser polîtîkayên kîmyabaran, erebkirin û wêrankirina gundan û got ku Enfal ji bo nifşên niha û yên pêşerojê derseke dîrokî ye ku nabe qet were ji bîr kirin. Wî peyama xwe bi silavkirina ruhê pak ê şehîdên Enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê bi dawî kir.