Serok Barzanî êrîş bi tundî şermezar kir: Pêşmerge sermayeya herî ezîz e
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî êrîşa li ser hêzên Pêşmerge li Soranê bi tundî şermezar kir û got, ew êrîşeke dijminane ye û ti hincetê ranagire.
Serok Barzanî got, "Ev çendîn car e ku ev cure êrîş bêyî guhdana li bingehên cîrantiyê û yasaya navneteweyî li dijî Herêma Kurdistanê têne kirin.
Serok Barzanî di daxuyaniya xwe de wiha got: "Ez wê êrîşa ku berê sibêha îro bi moşekên Îranê li ser baregehên Hêza Pêşmergeya Kurdistanê hat kirin bi tundî şermezar dikim. Mixabin di encamê de hejmarek Pêşmergeyên qehreman şehîd ketin û hejmareke din jî birîndar bûn. Ez sersaxiyê ji malbatên şehîdên wê êrişa nerewa re dixwazim, xwe wekî hevparê xema wan dibînim û hêviya başbûneke bilez ji birîndaran re dixwazim. Ew êrîşeke dijminane ye û ti hincetê ranagire.
Ev çendîn car e ku ev cure êrîş bêyî guhdana li bingehên cîrantiyê û yasaya navneteweyî li dijî Herêma Kurdistanê têne kirin. Ev di demekê de ye ku Herêma Kurdistanê ne beşek ji şerê niha yê li herêmê ye û ti carî ji bo cîranan nebûye gef. Pêşmerge sermayeya herî ezîz û binirx a gelê me ye."
Wezareta Pêşmergeyan ragihand ku îro serê sibehê Îranê bi şeş moşekan êrîşî hêzên wan kiriye û 6 Pêşmerge şehîd ketine û 30 jî birîndar bûne.