Kurdistan
Serok Barzanî ji bo Eta sêx Hesen peyameke sersaxiyê wesand
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî sersaxî da malbata berdevkê encumena serkirdetiya PDKê, Eta şêx Hesen.
Serok Barzanî, bi minasebeta koça dawî ya berdevkê encumena serkirdetiya PDKê li Silêmanî-Helebcê, Eta Şêx Hesen peyameka sersaxiyê weşand.
“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,
Malbata birêz ya rehmetiyê Eta şêx Hesen,
Bi êş û keserek mezin, min xebera koça dawî ya mirovê dilsoz û niştimanperwerê Silêmaniyê û berdevkê encumena serkirdetiya PDKê li Silêmanî-Helebcê, Eta şêx Hesen bihîst.
Ez sersaxî û hevxemiya xwe arasteyî malbat, xizm û hevalên rehmetî dikim û xwe şirîkê xema wan dizanim. Ji Xwedê dilovan dixwazim rehmetî bi bihişta berîn şa bike û sebr û hedarê bide her kesî.”