TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî ji bo Îbrahîm Xeyat peyameke serxwesiyê belav kir

Admin H
Nivîskar
📅 29 tebax 2019 20:52

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî ji bo koça dawî ya Sekreterê Giştî yê Wêjevan û Nivîskarên Iraqê peyameke serxweşiyê belav kir û hevxemiya derbirî.

Serok Barzanî di peyama xwe de wiha got:

“Bi mixabinî nûçeya koça dawiyê ya helbestvan, nivîskar û rewşenbîr û Sekreterê Giştî yê Wêjevan û Nivîskarên Iraqê Îbrahîm Xeyat gihîşt me.”

Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Bi vê boneyê serxweşiya xwe arasteyî tevahiya wêjevan, nivîskar, Yekîtiya Wêjevan û Nivîskarên Iraqê û malbata wî dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.”

Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Wêjevan û Nivîskarên Îbrahîm Xeyat doh di encama bûyereke trafîkê de li ser riya Hewlêr – Akrê jiyana xwe ji dest dabû.

Parve bike: