TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî li ser destdirêjiya Hesda Seibî û Polîsê Iraqê bo jineke Kurd daxuyanî da

Admin H
Nivîskar
📅 10 nîsan 2020 21:42

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, li ser nûçeya ku endamên Heşda Şeibî û Polîsên Iraqî li navçeya Pirdê destdirêjî li jineke kêmendam a Kurd kiriye daxuyaniyek belav kir û ji Hikûmeta Federalî ya Iraqê xwest, lêkolînê li ser bûyera kirêt bikin û kesên ew tawan kirine werin sizadan.

Serok Barzanî got, "Bila hîç kes û aliyek wiha bîr û hizir neke ku tawanên bi vî awayî li ser wan de derbas dibe, yan çavpoşî lê tê kirin."

Daxuyaniya Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Ev çend roj in nûçeyek li ragihandinan belav bûye, ku hejmarek kesên ser bi Hêzên Heşd û Polîsên Iraqî li nêzîkî bazgeha Pirdê destdirêjî ser jineke Kurd kirin e, ku kêmendam e û ji malbateke gelek hejar û bêdesthilat ê sînorê parêzgeha Kerkûkê ye.

Daxwaz ji Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêmê dikim, bi hevbeşî lêkolînek tevahî li vê tawana diltezîn bikin û encamderên vê tawanê bêne sizadan. Ev tawan û sîtemek gelek mezin e, ku li welatiyeke bêpena ya Kurd li jêr sayeya îdare û serbazî ya sepandiya Kerkûkê kirin e, ku her li destpêkê ve heta niha ev desthilat, li ser ew e rahatiye li rêyên cûr bi cûr dijayetiya welatiyên Kurdên Kerkûk û mafên wan bike.

Bila hîç kes û aliyek wiha bîr û hizir neke, ku tawanên bi vî awayî li ser wan da derbas dibe yan çavpoşî lê tê kirin. Ev destdirêjî şikandina kerameta welatiyên, ne ku tenê Kerkûkê belku hemû Kurd e û encamderên vê bêwîcdaniyê divê bi tundtirîn awayî bêne siza dan.

10 Nîsan 2020

Mesûd Barzanî

Hurgiliyên destdirêjiya ser wê jina Kurd ku di medya Kurdistanê de jî cî girtiye wiha ne:

Pêşî dîmenên destdirêjiya seksî bo ser jinek xwedî pêdiviyên taybet li Pirdê, li torên civakî belav bû. Dîmen jî ji aliyê wan herdu kesan ve hatine girtin û belavkirin ku destdirêjiya seksî li wê jinê kirine.

Polîsê Kerkûkê ragihandiye li ser wê bûyerê 2 kes hatine desteserkirin ku yek ji wan destdirêjî li wê jina xwedî pêdiviyên taybet kiriye û  kesê din jî bi telefonê dîmenên destdirêjiyê kişandine.

Nav û wêneyê 6 kesên din jî hatine belavkirin ku hatiye gotin, ser bi Heşda Turkmen in û destdirêjî li wê jina xwedî pêdiviyên taybet kirine.

Nasnameya yek ji wan kesan aşkere bûye ku polîsê hawarçûnê ye û tê gotin kesê duyem jî li rêzên Heşda Tirkmen e.

Heşda Şeibî bi her şêweyekê peywendiya endamên xwe bi wê bûyerê ve red dike û dibêje, tenê kesekê ji wan, hewl dabû bê nav rêzên Heşd û nehatiye wergirtin.

Jiyan, ew jina ku rastî destdirêjiya seksî hat, Kurd e û rewşa derûniya wê ne baş e. Hevjînê wê ji netewa Turkmen e ku ew jî nexweş e û jiyana xwe ya meşê ji dest daye. Rewşa aborî vê malbatê jî gelek xerab e.

Bûyer jî li yek ji malên berdayî li kolanên wî bajarî rû daye û hevjînê jiyanê jî agahdarê bûyerê nîne.

Piştî dengdana bûyerê, beşa îstîxbaretê ya polîsê federal û polîsê Pirdê jî hatine ser hêl. Daxuyaniya wan tekeziyê li ser peywendîdarnebûna Heşda Şeibî bi bûyerê û hebûna tenê 2 kesên destdirêjîkar dike.

Lêbelê çalakvanên sivîl li torên civakî, amaje bi hewla veşartina 6 tohmetbaran dikin û dibêjin ku destê endamên Heşda şeibî jî di bûyerê de heye.

Omîd Efrasyaw Kamîl Weys , diyar kir ku polîsê parêzgeha Kerkûkê dest bi lêkolînan kiriye û mefrezeyek ji polîsê Pirdê, emniya niştimanî û îstîxbaretê hatiye pêkanîn bo desteserkirina wan kesan.

Li gor zanyariyên Omîd Efrasyaw Kamîl Weys, yek ji wan destdirêjîkaran polîs e û kesê din ku koçberekî Bexdayê ye û li Pirdê niştecih bûye, berî niha daxwaz kiriye ku beşdarî nav Heşda Şeibî bibe lê daxwaza wî nehatiye qebûlkirin.

Berdevkê Polîsê Kerkûkê jî dibêje, ew polîsê destdirêjîkar xelkê Kerkûkê ye û lêkolîn li gel hatiye kirin û li xwe mikûr hatiye ku destdirêjiya seksî li wê jina xwedî pêdiviyên taybet kiriye. Berdevkê Polîsê Kerkûkê diyar jî dike ew polîs bo dadgehê hatiye şandin.

Bûyera destdirêjiya li ser wê jinê, bertekeke mezin li Kerkûk, Herêma Kurdistanê û Iraqê jî çê kiriye û ji bilî xelkê asayî, rayedar û siyasetmedar jî li ser bûyerê hatine ziman.

Parve bike: