Kurdistan
Serok Barzanî pêswazî li Balyozê Endonezyayê kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Çarşemê li Selaheddîn pêşwazî li balyozê Endonezya yê Iraqê kir.
Malpera fermî ya Serok Barzanî ragihandin, îro 7ê Nîsanê li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwazîya Balyozê Endonezya li Iraqê Êlmar Îwan Lubîs kir.
Hat diyarkirin ku di hevdîtina ku Konsolê Endonezya li Hewlêrê Zeynul Îdrîs Yunis tê de amade bû, Balyozê Endonezya li Iraqê sosretiya xwe bi xwezaya xweşika Kurdistanê û aramî û pêşketina Herêma Kurdistanê nîşan da û got, welatê wan xwazyarê berfirehkirina peywendî û dirustkirina derfeta sermayeguzariye li Herêma Kurdistanê ye.
Serok Barzanî spasîya şanda mêvan kir û pêşwazî li berfirehtirbûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Endonezyayê di warên cûda cûda de kir.