TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî pêswazî li siyasetmedarê Kurd Hasim Hasimî kir

Admin H
Nivîskar
📅 15 gulan 2023 22:02

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 15ê Gulanê li Selaheddîn pêşwazî li siyasetmedarê Kurd Haşim Haşimî kir.

Hat ragihandin ku Serok Mesûd Barzanî, îro Duşemê pêşwazî li kesayetê navdar û siyasetmedarê Kurd û parlamenterê berê Haşim Haşimî kir.

Piştî civînê hat eşkere kirin, di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî ya Tirkiyê û pêşhatên herî dawî, danûstandina fikr û ramanan hat kirin û tekezî li pêwendî û dostaniya herdu aliyan hat kirin.

Parve bike: