Kurdistan
Serok Barzanî pêswazî li Usame Nûcefî kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro Yekşemê 17ê Tîrmehê li Selahedîn pêşwazî li Serokê Bereya Rizgarî û Geşepêdanê ya Iraqê Usame Nûcefî kir.
Piştî civînê hat ragihandin ku Serok Barzanî û Usame Nûcefî, li ser rewşa dawî ya siyasî li Iraqê danustandina bîr û ramanan kirin.
Herwiha hat diyarkirin ku di hevdîtinê de tevî rewşa siyasî ya heyî li Iraqê û behsa astengiyên li pêşiya proseya siyasî hatiye kirin.