TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir

Admin L
Nivîskar
📅 13 nîsan 2023 13:00

PeyamaKurd – Serok Barzanî peyameke sersaxiyê ji bo koça dawî ya kesayetê diyar ê Kurd Îmad Celal Baban belav kir.

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de got: “Ji Xwedayê mezin hêvîdar im ruhê xwedê jê razî Îmad Baban bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşîne.”

Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi mixabiniyeke mezin ve nûçeya koça dawî ya kesayetiyê diyar ê Kurd Îmad Celal Baban ê birazayê Mehmûd Begê Baban gihîşt min.

Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbata birêz ya xwedê jêrazî Îmad Baban û kesûkar û dost û nasên wan dikim û xwe bi hevbeşiya xema wan dizanim.

Ji Xwedayê mezin hêvîdar im ruhê xwedê jêrazî Îmad Baban bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşîne.

Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn (Em Ji Xweda Hatin û Em ê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî

12ê Nîsana 2023an

Parve bike: