TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî: Pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên sehîdan û Pêsmergeyên qehreman dikim...

Admin H
Nivîskar
📅 19 tîrmeh 2021 21:42

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi boneya cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê belav kir. Serok Barzanî cejna malbatên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû misilmanên Kurdistan û cîhanê kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de destnîşan kir: “Hêvîdar im ev helkefta pîroz xêr û bereket û selametiyê ji bo hemû xelkê Kurdistanê pêk bîne û birayetî, tebayî û pêkvejiyana li welatê me bihêztir bike û bibê sedema berqerarbûna aştî û aramiya li navçeya me û cîhanê.”

Peyama Serok Barzanî ya pîrozbahiya Cejna Qurbanê wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna pîroz a Qurbanê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û welatiyên xweşdiviyên Kurdistanê dikim.

Hêvîdar im ev helkefta pîroz xêr û bereket û selametiyê ji bo hemû xelkê Kurdistanê pêk bîne û birayetî, tebayî û pêkvejiyana li welatê me bihêztir bike û bibê sedema berqerarbûna aştî û aramiya li navçeya me û cîhanê.

Cejna we pîroz be û bimînin di xêr û xweşiyê de...

Mesûd Barzanî

19.07.2021

Parve bike: