Kurdistan
Serok Barzanî Sefê MITa Tirk Kalin qebûl kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, li paytext Hewlêrê, Serokê Dezgeha Sîxuriyê ya Tirkiyeyê (MIT) Ibrahim Kalin qebûl kir.
Serok Barzanî di qebûlkirina li Pîrmamê ya Serokê MITê Ibrahim Kalin de pêwîstiya hemahengiya ji bo aştî û aramiya herêmê û parastina dûalî ya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê destnîşan kir.
Di hevdîtinê de pêwendiyên aborî û siyasî yên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin gotûbêjkirin û hemahengiya ji bo parastina aştî û aramiyê hate destnîşankirin.
Serok Barzanî û Kalin di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Rojhelata Navîn û geşedanên dawî yên metirsîdar jî niqaş kirin.
Di hevdîtinê de her wiha di derbarê xeteriya terorî ya DAIŞê de ji nêrîna hevpar a Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê hate teqezkirin.