Kurdistan
Serok Barzanî û Balyozê nû yê Almanya yê li Hewlêrê hevdîtinek pêk anîn
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî do li Selaheddîn, pêşwazî li Balyozê nû yê Almanya yê li Hewlêrê kir.
Di hevdîtinê de Balyozê Almanya Klemens Semtner, ji bilî xwe nasandinê, spasî li sazî û dezgehên Herêma Kurdistanê kir, ku di hemû astan da mûamele û hemahengiyeke baş li gel Balyozxane û tîmê dîplomasiya welatê wan ya li Herêma Kurdistanê kiriye. Herwiha tekez jî li piştevaniya Almanya ya Herêma Kurdistan û Iraqê û pêşxistina peywendiyan kir.
Di civînê de Serok Barzanî bo erk û karên wî, hêviya serkeftinê ji bo Balyozê nû yê Almanya xwest.