TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî û Sûdanî li ser budceyê civiya

Admin H
Nivîskar
📅 12 cotmeh 2026 14:14

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro li Pîrmamê pêşwazî li Serokwezîrê berê yê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Avedankirin û Geşepêdanê Mihemed Şiya Sûdanî kir.

Di civînê de guhertin û pêşhatên dawî yên rewşa siyasî ya Iraqê û herêmê bi berfirehî hatin nirxandin.

Li gorî daxuyaniya fermî ya hevdîtinê, her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya temamkirina kabîneya wezîran a hikûmeta federal û piştgirîkirina karên wê kirin.

Her wiha di civînê de mijara peyrewkirina bûdceya federal, derxistina yasayên pêwîst û rêyên çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin gotûbêjkirin.

Ev hevdîtin di çarçoveya hewldanên berdewam ên siyasî yên ji bo pêşxistina karên hikûmetê û xurtkirina hevkariya navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de pêk hat.

Parve bike: