Serok Berzani pêswazîya Serokê bere yê Fransa kir
PeyamaKurd - Serok Barzanî li Selaheddînê pêşwaziya Serokê berê yê Fransa François Hollande û şandeka li gel kir.
Malpera Serok Barzanî belav kir ku, îro li Selaheddînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê berê yê Fransa François Hollande û şandeke li gel kir.
Di hevdîtinê de Serok Barzanî gelek bi germî bi xêrhatina Serok Hollande kir û bi dostekî mezin ê gelê Kurdistanê pesin kir ku li rojên dijwar û teng ya şerê terorê da serdana Kurdistanê kir û wê serdanê moral û hêviya gelê Kurdistanê bilind kir. Her wiha ragihand ku gelê Kurdistanê wê helwestê ji bîr nake û em deyndarê Serok Hollande .
Serok Barzanî spasiya gel û Hikûmeta Fransa jî kir ku herdem piştevan û dostê mezinê yê gelê Kurdistanê bûne û dostayetiya li gel gelê Fransa ku gelekî xwedî prensîpe, bi şanaziyekî mezin da zanîn.
Her li civînê de Serokê berê yê Fransa gotinên xwe ji bo qehremanî û wêrekî û qurban dayîna gelê Kurdistanê û Pêşmerge ya li şerê dijî Daîş de hebû û xweşhaliya xwe jî derbirî ku niha qonaxekî din li Kurdistanê hatiye holê û Daîş têk çûye û hilbijartin hate kirin û proseya demokrasî jî li Kurdistanê bihêz û berdewame û ragihand paşarojeke geş û pêşketinê li benda Kurdistanê dike. Serok Hollande spasî Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir ku bûne mala koçber û lêqewimiyan û yarmetiya pêkhatên Mesîhî û Êzîdiyan daye. Eve jî xisterû helwesta Fransa li beranber gelê Kurdistanê nagûhere û bi guhertina dem û çavên siyasiyan naguhere, belku Fransa herdem piştevanê gelê Kurdistanê dimîne.
Li beşekî dinê civînê de behsa xistin li ser gefa teror û tundiya li ser asayişa cîhanê û rêyên nehiştina sedemên serhildana terorê û şerê îdeolojiya terorê.