TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokê Fransayê: Alîkariyên Fransayê ji bo Ukrayna berevaniya xwe bike ye

Admin L
Nivîskar
📅 25 adar 2022 14:29

PeyamaKurd Serokê Fransayê Emmanuel Macron piştî bidawîbûna Lûtkeya NATO ya li Brukselê axivî û diyar kir, ew ê alîkariyên xwe ji bo Ukraynayê bidomînin, lê belê xeta wan a sor ew e ku nebin beşek ji şer û wisa neyê dîtin ku hemû welat li dijî Rûsyayê şer dikin, alîkariyên Fransayê ji bo Ukrayna berevaniya xwe bike ye.

Emmanuel Macron da zanîn: “Me li Lûtkeya NATO li ser çend mijaran li hev kir, ji wan; berfirehkirina alîkariyan ji bo Ukraynayê, ji aliyê dayîna çek û sîstema berevanî û pêwîstiyên din ve.”

Macron eşkere kir: “Serok Zelensky bi me re axivî û bi eşkere pêwîstiyên xwe got. Tiştê girîng ew e ku hemû endamên NATO yekdeng in li ser wê yekê ku em dayîna çekên bi bandor û sîstema berevaniyê ji bo Ukraynayê bidomînin, lê belê di wê çarçoveyê de ku aliyê şerê rasterast û wisa nebe ku çendîn welat li dijî welatekî din bibin yek.”

Parve bike: