TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokê berê yê Fransa Jacques Chirac koça dawî kir

Admin H
Nivîskar
📅 26 îlon 2019 22:48

PeyamaKurd - Serokê berê yê Fransa Jacques Chirac îro Pêncşemê di temenê xwe yê 86 salî de koça dawî kir.

Zavayê wî Frederic Salat-Baroux ragihand ku xezûrê wî Jacques Chirac di nava hezkiryên xwe û bi tenahî roja Pêncşemê koça dawî kir û xatir ji wan xwest.

Jacques Chirac bo 2 heyaman desthilatê serokê Fransa bû, ji sala 1995ê heta sala 2007an.

Jacques Chirac demek dirêj nûnertîya rastgirên mihafizkar dikir li Fransa. Ji sedema bihêzbûn û hêvîyên wî, li destpêka jiyana wî ya ciwaniyê û siyasî nasnavê "Bulldozer" lê hatibû dayîn.

Jacques Chirac, piştî sala 2007an ji desthilatê ketibû û rewşa wî ya tenduristî xirab bûbû.

Parve bike: