TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokê HDP ê yê saxa Batmanê hat girtin

Admin M
Nivîskar
📅 25 gulan 2019 00:40

PeyamaKurd- Li bajarê Batmanê serokê şaxa HDP ê Şukru Tapkan û du kesên din bi sûcdariya endamtiya PKK ê û li ser navê PKKê meşandina xebatê, hatin girtin. Operasyon ji aliyê hêzên asayîşê, beşa terorê de hat kirin.

Di operasyonê de 6 kes hatin binçavkirin. Piştî îfadeyên wan hatin girtin, hatin sewqkirin bo dadgerê nobedarê dadgehê. Dadger 3 kesan zîndanî kir û wan şande zîndanê. Her sê kesên din bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Parve bike: