Serokê Herêma Kurdistanê bi sandeke NYyê re civiya
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (19.06.2019) bi Şêwirmendê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) yê lêkolînên li tewanên DAIŞê Kerîm Esed Ehmedxan re civiya û rol û qurbanîdana herêma Kurdistanê di têkoşîn û têkşikandina terorê û parastina pêkhateyên cuda û hewandina wan bilind nirxand.
Di hevdîtinê de şêwirmendê taybet ê sekreterê giştî yê NYê derbarê karên xwe yên kom kirina belgeyan li gor pêwerên navnetewî û pêdeçûna ser dosyaya tewanên DAIŞê kurteyek pêşkeş kir û ragihand, piştevaniya yasayî bo karên wan û cureya tewanên pêkhatine li Iraqê derveyî yasayên terorê, yasayên tewanên şer û jenosîdê bêhtir ne tiştek e.
Herweha di dema vekirina gorên komî û vedana wan goran de hemahengiya li gel her du hikûmetên Iraqê û herêma Kurdistanê û dîtina tewanbaran û misoger kirina dadgeh kirina wan de jî behsa giringiya hemahengiya saziyên peyvendîdar ên Hewlêrê û Bexdayê kir.
Li hember vê yekê jî serokê herêma Kurdistanê jî destxweşî li karê tîma wan, amadebûn û pêbendbûna herêma Kurdistanê bo piştevanî û karê hevbeş li gel tîma NYê û hikûmeta Iraqê bo bidestanîna dadperwerî di vê dosyayê de teqez kir.
Herweha kurteyek derbarê qurbanî dana herêma Kurdistanê ya di tekoşîna li dijî DAIŞê de pêşkeş kir û diyar kir pêbendbûna herêma Kurdistanê bi prensîb û bingehên pêkvejiyan û parastina pêkhateyan kir.