Serokê Herêma Kurdistanê Elî Bapîr û Komela Dadgerî ya Kurdistanê pîroz kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Elî Bapîr û Komela Dadgerî ya Kurdistanê pîroz kir û tekezî li yekrêziya aliyên siyasî kir.
Nêçîrvan Barzanî, bi boneya bidawîbûna kongreya çarem û hilbijartina Elî Bapîr weke Serokê Komela Dadgerî ya Kurdistanê, pîrozbahî li Elî Bapîr û serkirdetiya nû ya Komelê kir.
Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li girîngî û pêwîstiya tebayî û yekrêziya aliyên siyasî û pêkhateyên Herêma Kurdistanê kir û diyar kir, "Em hemû bi hev re rûbirûyî dijwariya vê qonaxa hestyar û parastina maf û destkeftên destûrî yên gelê Kurdistanê û derbaskirina kêşe û qeyranan, hevkar û hemaheng bibin.’’
Roja 18ê Sibata 2021ê Komera Îslamî ya Kurdistanê dest bi lidarxistina kongreya xwe ya çarem kir û di kongreyê de biryar hat dayîn ku navê Komelê were guhertin û bikin "Komela Dadgerî ya Kurdistanê.
Herwiha di kongreyê de nasnavê rêberê partiyê jî, ji “Emîr” bo “Serok” hat guhertin.