Serokê Herêma Kurdistanê: Tu kes nikare Kurdistan û Êzîdiyan ji hev cuda bike
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya beşdariya di bîranîna 8emîn salvegera Êzîdiyan de gotarek pêşkêş kir û diyar kir, tu kes nikare Kurdistan û Êzîdiyan ji hev cuda bike, divê meziyan karesatê ji hemûyan re bê behskirin, ta ku bandorên li ser wê karesatê bên kêmkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî da zanîn: “Îro bi dilekî xemgîn salvegera heyştemîn jenosîda Şengaliyan dikin ku mezintirîn karesata sedeya bîst û yekem e ku bi ser Êzîdayan û gelê Kurdistanê de hatiye. Ev karesata bi destê terorîstên DAIŞê hatiye kirin, bûye rûpeleke xwînî di dîroka Kurdistanê de ku 5 hezar jin, zarok û mêrên Êzîdiyan bûn qurbanî.”
Herwiha eşkere kir: “Heta niha 2717 Êzîdiyên revandî ne, hîn jî 325 hezar Êzîdî li kampan koçberan in, 100 hezar Êzîdiyên koçberî welatên derve bûne, Şengal wêran bû û xelkê wê bê mal û milk bûn û di çend rojan de bi hezaran Êzîdî hatin kuştin.”
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir, Êzîdî di gorên bikomî de hatin veşartin û bi hezaran keç û xwişkên Êzîdî hatin revandin û firotin.
Serokê Herêma Kurdistanê di berdewamiyê de got, bi zora çek hewl hat dayîn ku Êzîdî ola xwe biguhêrin, pêwîst e mezinahiya vê karesatê li ber çavan be girtin, ji bo kar bê kirin ji bo bandora vê karesatê bên kêmkirin û êdî ev karesat dubare nebin.
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir: Di wê demê de Serok Barzanî soz da Şengalê rizgar bike û mezara Şerfedîn û Laleşa nûranî biparêze. Serok Barzanî baregeha xwe ya meydanî li Şengalê danî û heta mizgîniya rizgarkirina Şengalê li ser çiyayê Şengelê neda, wî berê şer berneda û soza ku daye gelê me bi cih anî. Pêşmergeyên mêrxas ji bo rizgarkirina Şengalê şehîd bûn û çiyayê Şengalê parastin, her dem cihê rêza gelê Kurdistanê ne.”
Herwiha diyar kir: “Spasiya hemû sazî û rêxistinên Êzîdî û Kurdistanî dikim ku li derve û welatên cîhanê kar ji bo nasandina karesata Êzîdiyan wek jenosîdkirin. Em hêvîdar in berdewam bin ji bo ev karesata li piraniyan welatên cîhanê wek jenosîd bê naskirin.”
Nêçîrvan Barzanî da zanîn: “Kurdistan û Êzîdiyatî, nasnameyeke hevbeş a dîrokî ya miletê me û ciyografiya me ye. Êzîdiyatî oleke kevin a Kurdistanê ye û berî hatina olên din, jiyan pêwendiya mirovan li Kurdistanê birêk xistibû. Êzîdiyatî dewlemendiya ziman û kulturê gelê Kurd û Kurdistanê di nav deq û nerît û sirûdên xwe de parastin. Kurdistan navenda Êzîdiyatiyê ye. Mana Êzîdiyan, merc û bingeha Êzîdiyatiyê ye, ji ber wê divê Êzîdî li ser axa xwe li Şengal û Kurdistanê bimînin, divê ew Laleşa nûranî bernedin û bê xwedî nekin. Êzîdiyatî dûrî Kurdistanê zehmet e. Dûrketina Êzîdiyan ji Kurdistanê, gefeke mezin e li ser Êzîdiyan. Kurdistan û Êzîdiyatî du bawer û ciyografî ne ku bi hev ve hatine girêdan û tu kes nikare van her duyan ji hev cuda bike.”