Serokê HUDA-PARê Îshak Saglam serdana Serokê PDKê Resît Akici kir
PeyamaKurd – Serokê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Îshak Saglam û şanda ligel wî li Diyarbekirê serdana Partiya Demokrata Kurd (PDK-KDP) kir û bi Serokê Giştî yê PDKê Reşît Akici re hevdîtinek pêk anîn.
Di hevdîtina herdu serokan de li ser nîqaşên derbarê çêkirina Destûreke nû bo Tirkiyê de, Saglam û Akici şêwra hev kirin û nêrînên xwe anîn ziman. Serokê PDKê di civîna rojnamevanî de got, "Heger sûda kurdan tê de hebe em ê piştgiriya guhertina destûra Tirkiyê bikin, lê heger mafên kurdan tê de cî negirin jî ti wateya guhertina destûrê nîne."
Serokê HUDA-PARê Îshak Saglam jî diyar kir ku hevdîtinên wan ên ji bo guftûgoyên derbarê çêkirina destûreke nû de berdewam dikin û bi wê minasebetê wî serdana navenda PDKê li Diyarbekirê kiriye û got, hevdîtina me berhemdar derbas bû û ji bo destûreke hemû ferdên civakê bigre nav xwe çi ji destê me bê em ê bikin.
Serokê PDK Akici li ser xebatên bo destûra nû ya Tirkiyê diyar kir, destûrên Tirkiyê yên ji sala 1960î heta niha hatine çêkirin hemû yên bi rêya darbeyan hatine çêkirin in û destnîşan kir, di çêkirina destûreke nû de ya girîng pabendbûna bi destûrê ye û ger ne wisa be ti wateya guhertinê namîne.
Reşît Akici da zanîn ku heger guhertina destûrê di sûda Kurdan de be ew dê piştgiriya wê bikin, lê heke ji nû ve neyê sererastkirin û mafên Kurdan tê de cî negirin jî ti wateya guhertina wê nîne.