TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokê Îmaratê û Nêçîrvan Barzanî axivîn: Êrîş şermezar kir

Admin H
Nivîskar
📅 29 adar 2026 12:31

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peywendiyeke telefonî ji Serokê Dewleta Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayîd Al Nehyan wergirt.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di peywendiyê de Şêx Mihemed bin Zayîd Al Nehyan bi tundî êrîşa bi dron a ku duh li Duhokê li ser mala Serok Nêçîrvan Barzanî pêk hatibû şermezar kir.

Serokê Îmaratê diyar kir ku welatê wî ji bo parastina asayîş û îstîkrara Iraq û Herêma Kurdistanê, piştgiriyeke berdewam nîşan dide.

Serok Nêçîrvan Barzanî jî li hember vê peywendiyê û ji bo piştgiriya Dewleta Îmaratê ya ji bo Herêma Kurdistanê spasiya Şêx Mihemed bin Zayîd Al Nehyan kir.

Di beşeke din a peywendiyê de, her du serokan li ser geşedanên dawî yên herêmê û bandorên şer axivîn. Hat destnîşankirin ku ji bo bidawîkirina şer û çespandina aramiyê, pêwîstî bi hewildanên navneteweyî û herêmî heye. Her du aliyan bal kişandin ser girîngiya parastina aştiyê di vê serdemê de.

 

Parve bike: