Kurdistan
Serokomarê Fransa Macron bi berdevkê HSDê re civiya
PeyamaKurd - Serokaktiya Fransayê ragihand ku Serokomar Emmanuel Macron pêşwazî li şandeke Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) kiriye û ji bo êrîşa Tirkiyê ya muhtemel bi ser bakur û rojhilatê Sûriyê de dilgiraniya xwe nîşan daye.
Li gorî nûçeya Reutersê Serokatiya Fransayê ragihand ku Emmanuel Macron roja Sêşemê 8ê Cotmehê bi Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Cîhan Ehmed re hevdîtinek pêk aniye.
Macron di hevdîtinê de tekezî li ser hevsozî û piştgiriya xwe bo HSDê di şerê li dijî DAIŞê de kiriye.
Herwiha Serokê Fransayê ragihandiye ku li hember rewşa aloz û amadekariyên serbazî yên li ser sînorê Sûriyê û egera êrîşa Tirkiyê bi ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê de, ew gelek nîgeran e.