TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokomarê Fransa Macron dawiya salê serdana Kurdistanê dike

Admin H
Nivîskar
📅 19 tebax 2019 01:33

PeyamaKurd - Konsulê giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê, Dominique Mass ragihand ku dê Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di dawiya sala 2019an de, serdana Kurdistanê bike.

Konsulê giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê, Dominique Mass berî bidawîhatina erka wî ya li Kurdistanê beşdarî bernameyeke K24ê bû.

Mass di wê bernameyê de ku îşev tê weşandin de, ragihand ku dawiya sala 2019an Serokomarê Fransa Emmanuel Macron wê serdana Kurdistannê bike.

Mass herwiha da xuyakirin ku ew dê li nêzîk ligel Macron bicive û jê re radigihîne ku hêviyeke mezin a Kurdan ji Fransayê heye.

Parve bike: