TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr Barzanî bi Mîrê Sarîqe yê Îmaratê re civiya

Admin H
Nivîskar
📅 27 adar 2022 15:39

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku bi serdaneke fermî li Îmaratê ye hevdîtinên xwe yên ligel berpirsên Îmaratê berdewam dike.

Mesrûr Barzanî, piştî hevdîtina doh 26ê Adarê ya bi Wezîrê Karûbarên Encûmena Wezîran a Îmaratê Mihemed Ebdulla El Qerqawî re, îro Yekşemê jî bi Mîrê Şarîqe Şêx Sultan Bin Mihemed Bin Seqir El Qasimî re civiya.

Hat ragihandin ku di civîna di navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Mîrê Şarîqe de, pêşvebirina pêwendiyan bi taybet di warê veberhênanê de hat guftûgokirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wê li Îmaratê beşdarî Foruma Cîhanî ya Enerjiyê dibe ku di navbera rojên 28-29ê Adarê li bajarê Dubey birêve diçe.

Tê çaverêkirin hevdîtin û civînên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro jî bi serkirde û berpirsên pilebilind ên Îmarata Erebî re berdewam bikin.

Parve bike: