Serokwezîr Barzanî bi sanda Bexdayê re civiya: Yekem car e…
PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro bi şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Bexdayê guftûgoyan li ser pirsa budçeya sala 2020an bi Hikûmeta Federal a Iraqê re dike re civiya.
Di civînê de, serok û endamên şandê hûrgiliyên rêkeftina di bin çavdêriya Serokê Hikûmetê û Wezareta Darayî ya Iraqê de li ser pirsa budçe hatibû encamdan, pêşkêş kirin.
Şanda Bexdayê bal kişand ser ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Wezareta Darayî ya Iraqê re li ser pirsa budçeya sala 2020an gihîştiye derencamên dawiyê ku yekem car e Hikûmeta Herêma Kurdistanê di qonaxa destpêkê ya amadekirina reşnivîsa budçeya federal de amade dibe.
Li gorî daxuyaniya piştî civîna ligel Serokwezîr hatiye ragihandin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêvîdar e ev rêkeftin wek xwe bê bicihkirin û dawaz ji firaksiyonên Kurdistanî û firaksiyonên din ên Parlemana Iraqê dike, di qonaxa dahatî de, dema proje biçe Parlemana Iraqê, ji bo parastina maf û destkeftên darayî yên destûrî yên Herêma Kurdistanê, hevkar û piştevan bin.