Serokwezîr Barzanî, budceya projeyên ji bo Hewlêrê qebûl kir
PeyamaKurd- Ji aliyê Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat ragihandin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşniyaza budceyê ya nêzîkî 8 milyar dînar ji bo projeyên xizmetguzariya Hewlêrê qebûl kiriye.
Di daxuyaniya ku li ser naveroka projeyan hat ragihandin de hat diyarkirin ku
“Di çarçoveya girîngîpêdana Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo xizmetkirina welatiyên Herêma Kurdistanê de û bi berçavgirtina berjewendiya giştî, li parêzgehên Herêma Kurdistanê û bidestanîna jîngeheke paqij û ragirtina rûyê bajaran, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pejirand ku 8 milyar û 871 milyon dînar ji bo encamdana projeyên paqijiyê û veguhestin û sergirtina zibil ên li sînorê parêzgeha Hewlêrê bê xerckirin.”
Hat eşkerekirin ku ew pere dê li ser budceya rêveberiya giştî ya şaredariyên Hewlêrê bê xerckirin.