TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr Barzanî, Duchess Sophie pêswazî kir

Ruken güler
Nivîskar
📅 23 gulan 2023 18:30

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro pêşwaziya Duchess Princess Sophie ku hevjîna Mîr Edward Edinburgh ê birayê Şah Charles kir.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, di civîna ku hat kirin de Balyozê Brîtanyayê ya Iraqê û Konsulê Giştî yê Brîtanyayê yê Herêma Kurdistanê amade bûn.

Hat diyarkirin ku Serokwezîr li ser pêwendiyên dostane û taybet ên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de sekinî û ji bo berdewamiya hevkariyên Brîtanyayê yên li Herêma Kurdistanê û bi taybetî jî alîkariya di şerê li dijî terorê de spasî kir.

Hat ragihandin ku Duchess Edinburgh, kurteyek li ser kar û çalakiyên xwe û armanca serdana xwe ji bo Herêma Kurdistanê pêşkêş kir û diyar kir ku armanca wan, bipêşxistina parastina mafên jin û zarokan û nehiştina tundûtûjiya li ser wan e û bi taybetî jî li deverên ku ji şer û nearamiyê bandor bûne û di nav de jin û zarokên Êzidî yên qurbaniyên terorîstên IŞÎDê hene.

Her wiha hat ragihandin ku di mijara terorê de tekezî li ser bipêşxistina çanda rêzgirtina li mafên mirovan bi giştî û parastina mafên jin û zarokan hat kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Serokwezîr Barzanî, pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi pêşxistina pirensîbên wekheviya cenderî û rûbirûbûna her cure tundûtûjî û cudahiya li dijî jinan dubare kir.

Li gorî hat zanîn, di dawiya civînê de jî rewşa pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê de û baştirkirina kalîteya xwendinê û dabînkirina xwendina jin û zarokan hatiye nirxandin.

Parve bike: