TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr Barzanî îro rêya stratejîk a Korê Şeqlawe û Qendîl vedike

Admin H
Nivîskar
📅 05 mijdar 2026 09:37

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro projeya stratejîk a rêya (Korê, Şeqlawe Qendîl) û her du tunelên Mîrawe û Maweranê vedike.

Li gorî zanyariyan, ev projeya giring li gorî pîvanên herî bilind ên endazyariyê yên cîhanî û bi destê endazyarên xwemalî hatiye bicîkirin.

Ev yek jî wek nîşaneya pêşketina şiyanên navxweyî yên di warê birêvebirina projeyên mezin ên binesaziyê de tê dîtin.

Temambûna vê rêyê di warê veguhestinê de, pêngaveke berbiçav e; ji bilî ku dê qerebalixiya rêyan û rûdanên trafîkê bi awayekî berbiçav kêm bike, dê bibe deriyekî nû û giring ê bazirganî û geştiyariyê ji bo parêzgeha Hewlêrê û seranserê Herêma Kurdistanê.

Parve bike: