TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr Barzanî, ji bo deynê krediyan fermanek da

Ruken güler
Nivîskar
📅 21 tebax 2023 19:02

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ferman da ku dayîna deynên krediyên welatiyan ên ku ji bo zewacê û xaniyan hatine dayîn, bên rawestandin.

Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ferman da ku dayîna deynên welatiyan ên ku ji bo zewac û kirîna xaniyan kredî kişandibûn, bên rawestandin.

Beriya niha dema Serok Mesûd Barzanî li herêma Behdînan ligel welatiyan civiyabû, ji welatiyan ev dawaz derketibû pêş ku dayîna deynên wan krediyên navborî bên rawestandin.

Parve bike: