Kurdistan
Serokwezîr Barzanî ji bo merasîma sîna Mîrê Kuweytê çû Kuweytê
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo beşdarî merasîma şîna Mîrê Kuweytê bibe, çû Kuweytê.
Hate ragihandin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 18ê Kanûnê, bi mebesta beşdarîkirina merasîma sersaxiyê ya Mîrê Kuweytê Şêx Newaf El-Ehmed Cabir El-Sebah, bi serokatiya şandeke Kurdistanê çû Kuweytê.
Mîrê Kuweytê Şêx Newaf El-Ehmed El-Sebah 16ê mehê di 86 saliya xwe de koça dawiyê kiribû û 17ê Kanûnê jî cenazeyê wî bi merasîmeke malbatî hatibû definkirin.