TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr Barzanî ji Sahê Siûdî re sersaxî xwest

Admin H
Nivîskar
📅 30 tîrmeh 2019 03:20

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser wefata birayê Şahê Erebistana Siûdî peyameke serxweşiyê gihand Şah Selman Bin Ebdulezîz.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya bo koça dawîyê ya birayê şahê Siûdî yê mezin, Mîr Bender Bin Ebdulezîz serxweşî li Şah Selman û malbata wî kir û hevxemîya xwe derbirî.

Serokwezîr Barzanî hêvî ji xwedayê mezin xwest ku Mîr Bender bi bihişta xwe şad bike û hedarîyê bide malbata wan.

Parve bike: