TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr Barzanî, li ser rewsa elektrîkê civînek li dar xist

Ruken güler
Nivîskar
📅 21 tebax 2022 21:30

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo ku li ser rewşa elektrîkê ya herêmê agahiyên zêdetir bigire, îro ligel wezîr û berpirsan civînek li dar xist.

Serokwezîr Mesrur Barzanî, di çarçoveya serdanên xwe yên bi wezîr û berpirsên xizmetguzariya Herêma Kurdistanê re dike de îro çû serdana Wezareta Elektrîkê. Rayedaran agahiyên zêdetir dan serokwezîr û li ser rewşa heyî û rewşa pêşerojê, dan û stendin hatin kirin.

Mesrûr Barzanî, di hevdîtinên xwe yên ligel rayedar û berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de rewşa qadên cihêreng ji nêz ve dişopîne û li ser pêşniyaz an jî kêmasiyan, ligel wezîrên wan qadên pêwendîdar, dan û stendinên çareseriyê bi pêş dixe.

Parve bike: