TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr Barzanî pêswazî li Balyozê Kanada û sanda pê re kir

Admin H
Nivîskar
📅 24 cotmeh 2021 19:17

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşemê 24ê Cotmehê pêşwazî li balyozê Kanada li Iraqê Ulric Shannon û şanda pê re kir.

Serokwezîr Barzanî spasiya balyozê Kanada kir ji ber hewlên wî yên pêşxistina pêwendiyên Kanada bi Kurdistan û Iraqê re û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Balyozê Kanada behsa girîngiya berdewambûna pêwendiyên Kanada bi Herêma Kurdistanê re kir û hêviya welatê xwe bo pêşxistina pêwendiyan anî ziman.

Di civînê de rewşa Iraqê piştî hilbijartinên giştî û pêwendiyên Kurdistan û Iraqê û piştevanîkirina Pêşmerge di şerê terorê de û çend mijarên din hatin axaftin.

Parve bike: