TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi rayedarên parêzgeha Duhok û Zaxo re civiya

Admin M
Nivîskar
📅 24 cotmeh 2026 14:52

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rayedarên parêzgeha Duhokê û Zaxoyê re civînekî pêk anî û ragihand ku wê li temamê herêman projeyên geşepêdan û xizmetan dewam bikin.

Di civînê de li ser rewşa xizmeta temamê devera Behdînanê rawestiyan û biryarê dan ku asta xizmetê bilindtir bikin û xizmetekî baştir bidin xelkê deverê.

Serokwezîr fermanê da rayedarên herêmê ku berpirsiyariya xwe zanibin û di her sehayê de xizmetekî baş bidin xelkê deverê.

Barzanî her weha got ku hukumeta Herêma Kurdistanê bê ku ferq û meylê bixe nav parêzgeh û deveran, dê projeyên veberhênanê û xizmetên giştî bê navbir dewam bikin.

Parve bike: