TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî da malbatên qurbaniyên lehiya Hewlêrê

Admin H
Nivîskar
📅 08 mijdar 2026 17:50

PeyamaKurd -

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sersaxî da malbat û kesukarên qurbaniyên lehiya şeva borî ya li bajarê Hewlêrê.

Mesrûr Barzanî di rêya peywendiyeke telefonî de ligel malbatên Mihemed Resûl û Mistefa Serkewt ku jiyana xwe ji dest dabûn re axivî û hevxemiya xwe ya kûr gihand wan.

Her wiha hat diyarkirin ku Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw bi nûneratiya Serokwezîr beşdarî her du sersaxiyan bûye û srsaxî daye malbatên qurbaniyan.

Parve bike: