TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîrê Kurdistanê bi Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê re civiya

Admin L
Nivîskar
📅 04 cotmeh 2022 16:33

PeyamaKurd – Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê re civiya

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di derbarê civînê de diyar kir: “Îro me pêşwaziya balyozê Rûsyayê yê li Iraqê birêz Ilbrus Kutrashiv û şandeke pê re kir.”

Di berdewamiyê de Serokwezîr eşkere kir: “Di civînê de me guftûgo di derbarê rewşa giştî ya Iraq û deverê û têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê de kir.”

Herî dawî got: “Mijareke din a civîna me taybet bû bi girîngiya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federalî li ser esasê destûrê.”

Parve bike: