TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîz Mesrûr Barzanî pêswaziya Balyozê nû yê Yûnanistanê kir

Sıdık Eren
Nivîskar
📅 11 berfanbar 2023 17:45

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 11.12.2023an pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Yûnanistanê li Herêma Kurdistanê Nicholas Steriolas kir.

Di hevdîtinê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya destbikarbûna Konsulê Yûnanistanê, pîrozbahî lê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de xwest û amadehiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo her alîkarî û hemahengiyeke pêwîst nîşan da.

Konsulê Giştî yê Yûnanistanê daxwaza welatê xwe ya ji bo zêdetir pêşxistina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warên kulturî, bazirganî û çandiniyê de tekez kir.

Parve bike: